• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Helebê şerê YPG û artêşa Sûriyê didome

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
Li Helebê şerê YPG û artêşa Sûriyê didome
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ev 3 roj in li bajarê Helebê yê Sûriyê hêzên wan bi hêzên rêjîma Sûriyê re şer dikin û heta niha 10 serbazên rêjîmê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, şerê li taxa Şêxmeqsûd Şerqî ya Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, ev 3 rojin dom dikin.

Hate zanîn ku hêzên rêjîmê dixwazin bikevin taxê, lê hêzên YPG’ê bersiv didin û şerên dijwar diqewimin. Di şerê 3 rojan de hate gotin ku 10 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku şer li derdora avahiya Rêveberiya Çandiniyê ya rêjîmê ku li hemberî taxa Şêxmeqsûd e û devera Ewarid giran bûye.

Li herêma Şiqeyf a Şêxmeqsud jî hêzên rêjîmê bi topan û balefirên şer êrîşên xwe didomîne.

Hêzên rêjîmê di 12’ê Nîsanê de bi topan êrîşî Şêxmeqsûd kiribûn û 6 welatiyên sivîl ên Kurd birîndar kiribûn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî çalakiya bersivdayînê pêk anîbû û şer derketibû.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku taxa Şêxmeqsûd li cihekî ku li ser hemû bajar hakime, lewra rêjîm dixwaze vê herêma stratejîk bidest bixe.

Rûdaw
Top