• Saturday, 14 February 2026
logo

Şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ji dest da

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
Şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ji dest da
Cenazeyê şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ji Swêdê gihîşt Kurdistanê û li zêda wî hat definkirin.

Cenazeyê şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ku roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, gihîşt Kurdistanê.

Cenazeyê Zirarî li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê Hewlêr, komek rayedarên hikûmet û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin û paşê li zêda wî li gundê Kopalê yê devera Zirareta Hewlêrê hat definkirin.

Kemal Mihemed Ezîz Zirarî, sala 1933an li gundê Gopalê yê devera Ziraretê ya Hewlêrê ji dayik bûye û di temenê 15 salî de çûye eskeriya Iraqê lê piştî şoreşa Tîrmeha 1958an, Mela Mistefa Barzanî dema ji Sovyetê vedigere wî jî bi xwe re tîne Kurdistanê.

Kemal Zirarî ji sala 1967an ve heta sala 1975an şofêrtiya Barzanî dike.

Şofêrê Barzanî sala 1989an bi nexweşiyeke giran dikeve û bo dermankirinê diçe derveyî welêt lê roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê jiyana xwe ji dest dide.

Rûdaw
Top