Dogu Perinçek: "Serokê MIT çi bêje Ocalan pêk tîne"
Dogu Perinçekdemekê dostê nêzîk yê serokê PKK Abdullah Ocalan bû, li Şamê û Libnanê serdana wî kiribû û çûbû li Kampa Mahsûm Korkmaz ders dabûn gerîlayên PKK,
Dogu Perinçek ku di doza Ergenekonê de hatibû girtin û niha li dijî çareserkirina pirsa Kurd derdikeve got bila êdî PKK nemîne.
Perinçek, got Ocalan di nava destê MITê de ye û MIT çi bêje ew pêk tîne.
Serokê Partiya Karkeran her wiha got, diyaloga bi PKK re tiştekî çareser nake û tiştek tune ye bi navê pêvajoya çareseriyê.
AvestaKurd
