• Saturday, 14 February 2026
logo

Şirketa Microsoft ofîsa xwe li Hewlêrê vekir

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
Şirketa Microsoft ofîsa xwe li Hewlêrê vekir
Tîmekî şirketa teknolojiyê ya Microsoft a Amerîkî serdana Hewlêrê kir û bo yekem car li Herêma Kurdistanê û İraqê ofîsa xwe vekir. Îro li Hotela Rotana ya bajarê Hewlêrê şirketa Microsoft a cîhanî di civîneke çapemaniyê de nûtirîn ofîsa xwe bi navê Ofîsa 365 ragehand.

Di civîna çapemeniyê de tîma pispor a Microsoftê behsa dahênên herî dawî yên teknolojyayê bo şirîk û kiryaran kir. Cara yekê ye Microsoftê xizmetguzariye nû bi navê ‘‘Cloud’‘ berhem aniye. Ev xizmetkariya han a bernameyên Microsoft (ofîs, sharepoint, exchange online û link online) bi hevre bi awayê online berdewam update dike, evna jî li beramber têçûneke mehane.

Di vê derbarê de Seroka Tîma Herêmî ya Şirketa Microsoft Huda Yunan ji BasNewsê re got: ‘’Bi rêya Ofîsa 365 hemû kesek dikare sûdmend bibe, wate ji kesekî normal heta mezintirîn şirket dikarin ji vê xizmetguzariyê fêdê bibînin.’‘

Herwiha hat ragehandin ku bi rêua vê çalakiya Microsoftê derfet hat çêkirin da beşdarvan bi van cîhazên nû ku bi sîstema Windows 8.1 kar dikin ligel wergirtina şarezayî ligel fisher’eke nû bo update’kirina sîstema windowsê bikar bînin.

BasNews
Top