• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Aliyekî Kurd bi zora çekan dest daniye li ser Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
Barzanî: Aliyekî Kurd bi zora çekan dest daniye li ser Rojavayê Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê rêxistinek bûye hevkara rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê, bêy ku navê wê rêxistinê bîne ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona SkyNewsArabiya, behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kir.

Barazanî got: “Herêma Kurdistanê Ligel gelê Sûriyê ye û gelek xemgîn e ji xwîna ku tê rijandin, em hêvî dikin ku rijandina xwînê bê rawestandin û derfet ji gelê Sûriyê de peyda bibe, da ku çarenivîsa xwe hilbijêre û biryarên xwe bê destêwerdana derve bide, ev heredm hewlêsta me bû.”

Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî, Mesûd Barzanî got: “Niha tenê yek rêxistina Kurdan bûye hevkara rejîmê û bi piştgiriya rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê”, herwiha ragihand ku rewşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye “Destkefteke demkî ye û bi çûna sedemên hebûna wê dê ew jî nemîne.”

Herwiha Barzanî got: “Eger rêkrftinek di navbera vê komê û rejîmê de hebe, da ku xwesriyek bo Kurdên li Sûriyê hebe, ez wê wek gavek baş didim zanîn, lê ez bawer nakim ku ti rêkeftina siyasî hebe. Ti agahiya me ji wê yekê nîne ku ti rêkeftina siyasî heye, di nêrîna min de ti rêkeftineke siyasî li ser awayekî ji bo naskirina mafên neteweyî û îdarî yên Kurd li Sûriyê tune ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser cudahiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got: “Di nêrîna min de ew tiştekî ne dirûst bû ku jihev cuda bûn, pêwîstbû ku hevgirtî bimana û wek yek kom û yek hêz tevgeriyaba neku jihev cuda.”

Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê de “Hewl da ku Kurdên Sûriyê bibin yek, û desteyek hebe ku nûneratiya wan bi rejîmê, oposîzyon û civaka navdewletî re bike.”

Barzanî herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re gotiye: “Her birayreke ku hûn bistînin, çi rêkeftin yan şer ligel rejmê be û çi rêkeftin ligel opozîsyonê be, em dê piştgiriya we bikin.”

Barzanî gotinên xwe domandin û got: “Lê ew demekê bihev re man û piştire her beşek bi aliykî de çû, beşek bi rejîmê re û beşê din ma, vê yekê bandora xwe li ser rewşa wan kir û ez ditirsim ku bandora xwe li ser pêşeroja wan jî bike.”

Serokê Herma Kurdistanê li ser rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê got: “Tiştekî şaş bû ku Kurd derbasî şer bûn, ligel çi aliyekî be, ew xeleka lawaz in li Sûriyê, pêwîstbû dûrî şerê bi her aliyekî re rawestin û çavlirêy pêşhatan bane.”

Hêjayê gotinê ye ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê di 21.01.2014 de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a “Kantona Cizîrê”, di 27.01.2014 de ya “Kantona Kobanî” û roja 29.01.2014 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a “Kantona Efrînê” jî ragihandibûn.

Herwiha baskê leşkerî yê PYDê jî bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê heye, tevî damezrandina hêzên asayişê jî.

Rûdaw
Top