• Saturday, 14 February 2026
logo

“Pêşmerge 905 kes li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê girtine”

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
“Pêşmerge 905 kes li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê girtine”
Fermandeyekî Pêşmerge ji rojnameya Zeman a Iraqî re ragihand ku di meha borî de hêzên Pêşmerge 905 kes girtine ku dixwestin bi rêyên qaçax sînorê navdewletî yê Sûriyê-Iraqê derbas bikin.

Ew xendeqa ku li ser sînorê Sûriyê û Îraqê tê kolandin, ji aliyê Îraqê ve, bûye arîşeyeke siyasî di anvbera Patiya Demokarata Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, bi biryara Artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge xendeqek bi dirêjayiya 605 kilometir di navbera sînorê navdewletî yê Sûriyê û Îraqê tê kolandin û niha tenê 15 kilmetir maye da ku ew xendeq bidawî bê, bi dirêjayiya sînorê Iraq-Sûriyê, tevî sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê jî.

Ew xendeq, ku panayiya 2 metir û kûrbû wê 3 metir e, bûye sedema kûrbûna arîşeya navbera PDKê û PYDê.

Li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge jî, ew xendeq bi biryara hikûmeta Iraq û Kurdistanê hatiye kolandin, bi mebesta rêgirtin li hatina çekdaran û xelkê bi awayên neyasayî ji Sûriyê, lê şêwirmednê medyayî yê Nûrî Malikî, Elî Mûsawî ragihandiye ku hikûmeta Îraqê biryar kolandina wê xendeqê ne daye.

Rûdaw
Top