• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Eger di destê min de ba min dê Ocalan azad bikira

Gulan Media April 13, 2014 Nûçe
Barzanî: Eger di destê min de ba min dê Ocalan azad bikira
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PkK) xwast ku berdewam be li ser pêvajoya aştiyê û got, eger di destê wî de ba wî ti xemsariyek ji bo azadkirina Ocalan nedikir.

Mesûd Barzanî di hevpeyivînekê de bi televîzyona Skynewsê ya erebî, ji Ocalan xwast ku li ser piştgiriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê berdewam be heya ku bigehe encamê û ew ji girtîgehê serbest bê berdan.

Barzanî diyar kir ku eger azadkirina Ocalan di destê wî de ba ti xemsariyek ji bo azadkirina wî nedikir.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji serokê Sûriyê Beşar Esed xwast ku ji bo rawestandina şer û xwînrijandinê di welatê xwe de hemû bizavan bike.

Rûdaw
Top