• Saturday, 14 February 2026
logo

Tirs heye grûbên radîkal dest deynin ser boriyên petrolê

Gulan Media April 13, 2014 Nûçe
Tirs heye grûbên radîkal dest deynin ser boriyên petrolê
Endamê Lijneya Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Ferat Elşeri ragehand ku li parêzgeha Selahedîn çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) nêzîkî boriyên petrolê bûne.

Di vê derbarê de Ferat Elşeri di civîneke çapemeniyê de got: ‘‘Metirsiyeke mezin heye ku li parêzgeha Selahedîn çekdarên DAÎŞ’ê nêzîkî boriyên petrolê bibin heta digihe sînorê Enbar, ku dixwazin teqîn û wêrankirineke mezin çêbikin.

Elşerî wiha axifî: ‘‘Divê hêzên ewlekariyê û leşkerî lezê bikin ku di şerê Felûce de serkeftinê bidest bixin û dawî li vê rewşa ewlekariyê ya xirab bînin, ji ber DAÎŞ bi hemû awayî dixwaze welat wêran bike.’‘

Hêjayê gotinê ye rêxistina Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ji Sibata borî ve dest daniye ser bendava Felûce ku ava çemê Firat belav dike û di parêzgeha Enbarê re derbas dibe. Evna jî wiha dike DAÎŞ wan navçeyan bin av bikin da hêzên ewlekariyê nikaribin berevaniyê bikin û şer û pevçûnan derxînin derveyê Felûce.

BasNews
Top