‘Kolandina xendekan ne Dîwarê Berlînê û ne jî Seda Çînê ye’
Fermandarê Hêzên Pêşmerge Serdar Mihemmed Hesen ku kordîneya ewlekariya navçeyê dike ji AA’yê re axifî û got: 'Hikûmeta Iraqê biryar da ku di navbera sînorê Iraq û Sûriyê de xendek bên kolandin. Dirêjahiya sînor 605 kîlometre ye û heta niha 590 kîlometre çal hatine vekirin. 15 kîlomêtre maye ku bidawî bibe.'
Hesen wiha axifî ‘‘Ev xendek an jî çal ne Dîwarê Berlînê ne jî Seda Çînê ye, dema asayîş hat temînkirin, tijekirina van çalan asan e. Ev çal wek ku hin kes îdia dikin, rêya çûn û hatina koçberên Sûriyê nagire, loma ji bo çûn û hatina gelê sivîl Deriyê Sînor ê Sêmalka vekiriye.'
'Ji bo rêxistina çalakiyên terorê tên Iraqê'
Hesen îdia diyar kir ku ji ber nebûna ewlekariyê gelek endamên rêxistinên ‘‘terorîst’‘ bi asanî derbasî axa Iraqê dibin û wan tenê di vê meha dawî de 905 qaçax girtine û wiha pêde çû: 'Dema me lêpirsîn ligel wan kesan kir me dît ku ew kes ji bo rêxistina êrîşên terorîstî derbasî Iraqê bûne. Di nav wan de kesên ku qeçaxçîtiya çekan jî dikin hene. Me gelek mûşekavêj, çekên otomatîk, çekên sûîqestê, teqemenî û cebilxane bi dest xistin.'
'Em bi xeta ewlekariyê alîkariya PYD’ê dikin'
Hesen bi bîr xist ku çend roj berê komekê kolana çalan protesto kir û xwest makîneyên kar bişewitînin û li ser vê jî rageşî derketibû. Hesen wiha axifî: 'Em girêdayî Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ne. Em ne girêdayî tu partiyan in. Helwêsta me dabînkirina ewlekariya herdu aliyên sînor e. Lê her çawa dibe ev şaş tê fêmkirin. Hat îdia kirin ku me koma ji aliyê Sûriyê ve kolandina çalan protesto kir da ber guleyan. Tiştekî wiha tune ye, ev derew e. Wan xwest makîneyên kar bişewitînin û di ser de jî gule berdan me. Protesto ji bo ragehandina peyamekê tê kirin ne ji bo şewitandina makîneyan û gulebarankirina leşkeran. Di rastiyê de bi vê xeta ewlekariyê em alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dikin. Me hêvî dikir ku li şûna êrîşê me pîroz bikin.'
BasNews
