Di teqîna Dûbizê de 7 kes hatin kuştin
Rêveberê polîsê Dûbiz general Bêstûn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku berî bîstekê otombîleke bombekirî li xaleke kontrolê li ser rêya Dûbiz-Hewîce teqiya.
Bêstûn diyar kir ku di teqînekê de 7 kes hatin kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.
Di nava kuştiyan de 4 polîs, 2 hemwelatiyên sivîl û karmendekî asayişê hene.
Rudaw
