Hunermendê Kurd Ebdilrehman Alareşî koça dawî kir
Ebdilrehman Alareşî di temenê 83 salî de, duh li nexweşxaneya Hîşam Sînan li paytexta Sûriyê Şamê ji ber nexweşiyeke koça dawî kir.
Ebdilrehman Alareşî ku wek yek ji stûnên dramaya sûrî û erebî tê naskirin, wek lîstikvanekî sereke beşdariya bi dehan rêzefîlmên sûrî û erebî kiribû.
Alareşî ku li Taxa Kurdan a Şamê dijiya, herî dawî beşdarî rêzefîlma Xirbal kiribû ku biryar e îsal di meha rojiyê de bê weşandin.
Ebdilrehman Alareşî çend stranên wî yên niştimanî ku ji bo Sûriyê gotine, hene.
Cenazeyê Ebdilrehman Alareşî wê îro li goristana Şêx Xalid li Taxa Kurdan a Şamê bi xakê bê spartin.
Rudaw
