Kongresa Amerîka dixwaze PDK û YNK’ê ji lîsta terorê derxîne
Senatorên Amerîkayê John McCain û Robert Menendez, xwediyê vê proje-yasayê ne û dixwazin her du partiyên Kurdî ji nav wê lîsteyê bên derxistin. John McCain li Kongresa Amerîkayê ragehand ku êdî dema wê hatiye dawî li wê danûstandina ligel PDK û YNK’ê bînin wek du partiyên terorîst.
McCain got: ‘’Mana navê wan her du partiyan di wê lîsteyê de xiyanete li hemberî wan di demekê de ku ew hevpeymanê Amerîkayê ne û hêza aramiyê ne li navçeyê, herwiha çendîn sal e piştîvaniya xwe bo polîtîkayên Amerîkayê îspat kirine.’‘
Her du partî di 1990’an de ji ber berxwedana xwe ya çekdarî li dijî rejîma Sedam di 2001’ê de kiribûn lîstiya terorê. Rêveberiya Amerîkayê di 2003’an de ligel ku rejîma Sedam hilweşand jî PDK û YNK di lîsteyê de hêtên ragirtin.
Hêjayê gotinê ye biryar bû roja 27.01.2014’ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amerîkayê bike û ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama û Cîgirê wî Joe Biden bicive, lê ji ber mana navê PDK û YNK’ê di wê lîsteyê de, Barzanî serdana xwe hilweşand.
BasNews
