• Saturday, 14 February 2026
logo

DAÎŞ êrîşî gundên Kurdan li Babê dike

Gulan Media April 12, 2014 Nûçe
DAÎŞ êrîşî gundên Kurdan li Babê dike
Çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) êrîşî gundên Kurdan li devera Babê li Bakurê rojhilatê Helebê li ser sînorê Tirkiyê kirin.

Çalakvanê Kurd Zana el-Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku piştî kontrolkirina gundê Şidûdê li devera Babê, DAÎŞê 200 çekdar û 3 tank ji devera Babê derbasî nav gund kirin.

El-Kurdî da zanîn ku çekdarên DAÎŞê rê nadin gundiyan ku li gundê xwe vegerin, herwha ji kesên li gund mane jî dixwaze ku gund bi cî bihêlin ji ber ku ew weke devereke leşkerî ragihandine.

El-Kurdî aşkere kir ku DAÎŞê bi çekên giran derdora gundê Şidûdê topbaran dike û gefê li gundên Kurd ên wek Ebla, Til Nane, Diwêr el-Hewa û Til Cîcanê jî dixwe.

Derbarê hêzên leşkerî yên Kurd de, çalakvanê Kurd tekez kir ku ti hêzên Kurd ên serbixwe bi rastî li deverê tine ne û tenê hinek şervanên Kurd di nava Artêşa Azad de şer dikin.

Çalakvanê Kurd diyar kir ku DAÎŞ dixwaze ji devera Babê êrîşî Bajarê Ezazê yê sînorî bike û Cebhet el-Nusra, Artêşa Azad û Ceyiş el-Mucahidîn odeyeke operasyonên hevbeş bi navê Ehil el-Şam ava kirine û şer li dijî DAÎŞê dikin.

Rûdaw
Top