• Saturday, 14 February 2026
logo

Îranê dest bi valakirina 16 gundên Kurdan kir

Gulan Media April 11, 2014 Nûçe
Îranê dest bi valakirina 16 gundên Kurdan kir
Rêjîma Komara Îslamî ya Îran`ê berdewame di fişar û siyaseta çewisandinê ya li hemberî gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê û milîtarîzkirina herêmên Rojhelatê Kurdistan`ê bi taybet herêmên çiyayî û sînorî.

Rêjîma Komara Îslamî ya Îran`ê hewl dide ku, herêmên gerîlayên Hêzên Rojhelatê Kurdistan`ê (HRK) têde hene di kevana deshelata serbazî de vala bike ku yek ji wan herêman devera Mako ya bajarê Ûrmiyê ye.

Artêşa Pasdaran ya Rêjîma Îran`ê dest bi operasyoneke serbazî ya berfireh li 16 gundên herêma Mako ya bajarê Ûrmiyê ya Rojhelatê Kurdistan`ê kiriye û gundnişînan neçarî valakirina wan gundan dike.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Rêjîma Îranê gundê Dort Agaç dorêpç kiriye û jibilî topbarankirina herêmê li derdora 16 gundan jî yekîneyên serbazî cîgêr kiriye û ew gund dorpêç kiriye û daxwaz ji gundnişînan kirin ku gundên xwe bi lez vala ikin.

Xendan/ANF
Top