Washington vîzeyê nade nûnerê nû yê Îranê di NY de
Çend roj beriya niha Îranê ragihand, dîplomatê bi navê Hamid Ebûtalibî wek nûnerê xwe yê nû di NY de destnîşan kiriye lê rastî nerazîbûna tund a Amerîka hat.
Ji ber wê jî berdevkê Koşka Spî ya Amerîka, Jay Garner îr ragihand, wan ji NY re ragihandine ku vîze nadin nûnerê nû yê Îranê di NY de.
Li gorî Amerîka, Hamid Ebûtalibî di bûyera êrişa li dijî balyozxaneya Amerîka de li Tehranê ku sala 1979an û piştî serkeftina şoreşa îslamî ya Xumêynî qewimî, beşdar bûye ji ber wê jî ew qebûl nakin ew derbasî nav xaka Amerîka bibe.
Rûdaw
