“Qendîl ji Erdogan aciz bûne”
Îro 10/4/2014 malpera Miliyet a Tirkî belav kiriye ku piştî ku duh şanda BDP ku ji her du cîgirên serokê koma BDP li parlmana Tirkiyê Perwîn Buldan û Idrîs Balukan çûnbûn Qendîlê û li gel berpirsên KCK civiyabûn ragihandine ku Qendîl ji Erdogan aciz in.
Li gor nûçeyê, Perwîn Buldan ragihandiye ku KCK daxwaza bi lez dike daku qonaxa çareseriyê bi yasayî bikin.
Her weha di nûçeyê de hatiye ku, KCK`ê nameyekî 5 laperî daye şanda BDP daku bighînin destê serokê Partiya Karkerên Kurdistanê yê li Îmralî zîndankirî Abdulah Ocalan.
Buldan ragihandiye ku civîna şanda wan bi berpirsên KCK`ê re 6 demjimêran dirêj kiriye û ew nameya ku KCK daye şandeya wan bersîva ew nivîsa 13 laperî ye ku pêştir Abdulah Ocalan bo KCK şandibûye.
Perwîn Buldan diyar kiriye ku di civînê de behsa qonaxa çareseriyê û encamên hilbijartinan hatiye kirin û helwesta wan li ser hewlên AKP bo sextekariya di encamên hilbijartinên li Agirî û Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê jî kirine.
Her îro jî li gor nûçeyeke ajansa DHA`yê 12 kesên din ên li ser dosya KCK hatibûn girtin hatine azad kirin.
Xendan/ Miliyet a Tirkî
