Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Ocalan nehatiye neştergerîkirin
Endamên Platforma Bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî, ku seroka TUHAD-FEDê Zubeyde Teker, parlamentera BDPê Emîne Ayna û parêzer Eren Keskîn pêk dihat, îro bi alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay û wezîrê dadê Bekir Bozdag re hevdîtin pêk anîn.
Derbarê hevdîtinê de Zubeyde Teker agahî da û diyar kir, destpêkê bi alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay re hevdîtin pêk anîn û got, me ji wî rewşa pêvajoyê pirsî wî jî got ku pêvajo bi awayekî erênî didome lê “xwezî hinekî din bilez pêşve biçiya lê li gorî ezmûnên cîhanê ev pêvajo bi bêhna fireh dimeşe”.
Endama platforma azadiya Ocalan, da zanîn ku piştî Atalay, bi wezîrê dadê Bekir Bozdag re jî hevdîtin pêk anîn û got, hevdîtina bi Bozdag re dirêjtir ajot, çimkî me pirsa tenduristiya birêz Ocalan û rastî û xeletiya nûçeyên ku behsa nexweşketin û neştergeriya wî kir lê wî diyar kir ku ew nûçe hemû derew in, dibe ku hinek tengaviyên wî hebin lê nehatiye neştergerîkirin.
Zubeyde Teker anî ziman ku ji Bozdag pirsîne ka gelo rojnamevan dê serdana Îmraliyê bikin yan na, wî jî bersiv daye û gotiye, niha nikarin tiştekî zelal bêjin lê dê tiştên erênê çêbibin û got, me jî daxwaza hevdîtina bi birêz Ocalan re kir.
Li gorî agahiyên Teker, di hevdîtina digel wezîrê dadê behsa rewşa girtiyên nexweş jî kirine, wî jî daye zanîn ku dê demek nêzîk de hinek gavên berbiçav bên avêtin.
Çend roj beriya niha, tomarekî dengî hat belavkirin ku tê de 2 rojnamevanên rojnameya Haberturkê ya Tirkiyê bi telefonê îdia dikin ku “Ocalan li zîndana Îmraliyê bi nexweşiya şêrpenca prostatê ketiye û her li wir jî hatiye ameliyatkirin”.
Li gorî tomara dengî, yek ji rojnamevanên han ji yê din re dibêje, “nabe ti kes vê nûçê bizanibe” ji ber ku dê bên kuştin.
Lê birayê Ocalan, Mehmet Ocalan ji Rûdawê re axivî û bêagahiya xwe ji vê yekê anîbû ziman.
Rûdaw
