Îtalya di nava 48 demjimêran de 4 hezar koçber ji deryayê rizgarkirin
Wezîr Alfano di da xuyaniya xwe ya ji bo radyoya dewletê Raio Uno de diyar kir ku herikîna koçberan ber bi Îtalyayê ve nesekiniye û destnîşan kir ku rewş hîn bêtir cidî bûye.
Wezîr anî ziman ku di rewşa heyî de ji bo rizgarkirina du keştiyên tê de 300 û 361 koçber hene, xebat tên birêve birin û ragihand ku di van keştiyan de herî kêm cenazeyek heye.
Wezîr da zanîn ku di nava 48 saetan de nêzî 4 hezar koçber gihaştine peravên Îtalyayê û hejmara koçberên ji destpêka salê ve hatiye 15 hezar derbas kiriye.
Wezîr Alfano da xuyakirin ku Îtalya di bin zexta pêleke xurt a koçberiyê de ye ku ji aliyê Lîbyayê ve tê û got, "300 hezar heta 600 hezar koçber li benda çûyîna Ewropayê ne. û divê Ewropa dest biavêje vê rewşê."
PUKmeida / Ajans
