• Saturday, 14 February 2026
logo

Li bajarê Himsê 25 kes htin kuştin

Li bajarê Himsê 25 kes htin kuştin
Du otombîlên bombekirî li bajarê Himsê li Sûrya teqyan û di encamê de 25 kes hatin kuştin.

Dezgehên ragihandina fermî yên Sûriyê gotin ku 2 otombîlên bombekirî li bajarê Himsê li Sûriyê teqiyan û di encamê de 25 kes hatin kuştin û 107 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan SANA ya fermî anî ziman ku, gellek jin û zarok di nav kuştiyên herdû teqînan de hene ku li taxa Kerem el-Lûz hatin encamdan.

Herwiha ajansê herdû teqîn bi “Karekî terorî” wesif kirin ku rejîm navê “Terorê” li şervanên opozisyonê dike yên ku şer ji bo hilweşandina desthelata Esed dikin.

Rûdaw
Top