• Saturday, 14 February 2026
logo

Şanda BDPê çû Qendîlê

Şanda BDPê çû Qendîlê
Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo ku bi rayedarên Koma Civaka Kurdistanê (KCK) re hevdîtin pêk bîne çûn Qendîlê.

Şanda BDP û HDPê piştî xwestin bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û ev hevdîtina wan hêj pêk nehatiye, bernameya xwe guhertin.

Şanda BDPê ku ji wekîlên koma BDPê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan pêktê îro çûn Qendîlê.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, Baluken û Buldan dê derbarê geşedanên pêvajoyê de bi rayedarên KCKê re hevdîtinê pêk bînin.

Li bendê ye ku di rojên pêş de şanda BDPê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne.

Rûdaw
Top