Dengên Kurdan wê serokomarê Tirkiyê diyar bike
Derbarê pirsa Kurd de dibêje “Ji bo hilbijartinên serokomar, wê serokomar bi dengên Kurdan were diyarkirin. Deng êdî ne tenê dengê yek neteweyê ne”.
Çekîrgey herwiha dibêje “Eger em li nexşeya dengên Partiya Komara Gel (CHP) binêrin, ew wek partiyeke li kenaran derdikeve pêş ne wek partiyeke li seranserê Tirkiyê. Ew niha li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê ne xwedî deng û seng e”.
Di gotarê de herwiha hatiye gotin ku CHPê niha di nava aloziyekê de dijî û li pey rêyeke çareseriyê digire ji bo pirsgirêka Kurd.
Rûdaw
