DAÎŞ’ê navê çekdarên Kurd ên hatine kuştin eşkere kir
Yek ji wêneyên ku hatine belavkrin ê serkirdeyekî DAÎŞ’ê ye, bi navê Ebû Mariya El-Kurdî, ku di şerê navbera DAÎŞ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di dawiya meha borî de li parêzgeha Hesekê hatibû kuştin. Herwiha wêneyekî din jî yê Ebî Hilal El-Kurdistanî ye ku di kiryareke bi navê (Asad Kurdistan), li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû kuştin.
Wek tê zanîn DAÎŞ herdem Kurdan wek dijmin dibîne ku bi sedan hevwelatiyên Kurd li ser xalên pişkinînê digirtin û gelek gûndên Kurdan li derdora Girê Spî li parêzgeha Reqayê vala kirine.
Berî neha di gelek raportan de, behsa wê yekê dihat kirin ku çendîn ciwanên Kurd ji Herêma Kurdistanê, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê tevlî rêxistina DAÎŞ’ê û hinek grûbên din ên radîkal bûne û di nav rêzên wan de şer dikin.
Çûna ciwanên Kurd bo Sûriyê niha bûye cihê metirsiyê û hatibû xwestin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li vê mijarê bikole û çareseriyeke bingehîn bibîne. Herwiha mela jî hatibûn agahdar kirin ku di gotarên înê behsa vê meselê bikin ji bo rê li çûna ciwanên Kurd bo Sûriyê bê girtin.
BasNews
