• Saturday, 14 February 2026
logo

Komisyona bilind biryara dûrxistina Ciborî da

Komisyona bilind biryara dûrxistina Ciborî da
Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Êraqê biryara dûrxistina Miş`an Ciborî da, eve jî ji ber hebûna 2 gi0liyan li ser wî ku di daxuyaniyekê de bi tundî li dijî Kurd axivî bû.

Parlemanterê berê yê Êraqê û kandîd bo hilbijartinên vê carê bo encûmena nûneran a Êraqê Miş`an Ciborî, duh di kanala asmanî ya Erebiyê ragihand ku ewê kar bo wê yekê bikin ku Êraqê ji dagîrkeriya Kurdan rizgar bikin.

Ciborî gotibû: Projeya me li ser azadkirina Êraqê ji dagîrkerên Kurdan ne eve erkê me yê serekî ye û karê minî serekî rizgarkirina Êraqê ji paşmayên dagîrkerê Emerîkaye ku ew jî Kurd in.

Her weha ji ber daxuyaniya wî a li dijî gelê Kurd, 2 gilî li ser namzetê hilbijartinên parlemana Êraqê Miş`an Ciborî hate kirin û komisyona bilind a hilbijartinê biryar li ser da.

Xendan
Top