• Saturday, 14 February 2026
logo

Francis Ricciardone: Em cesaretê didin hikûmeta Tirkiyeyê û rêberên kurd

Francis Ricciardone: Em cesaretê didin hikûmeta Tirkiyeyê û rêberên kurd
Ambasadorê Emerîkayê yê Tirkiyeyê Francis J. Ricciardone duhî ji rojnameya tirkî Hurriyetê re got Emerîka piştgiriya ”prosesa aştiyê” ya li Tirkiyeyê dike û ji bo biserxistina vê prosesê jî cesaretê dide hikûmeta Tirkiyeyê û rêberên kurd.

Rojnameya Hurriyetê duhî (7/4) hevpeyvîneka dirêj digel sefîrê Emerîkayê yê Tirkiyeyê Francis Ricciardone belav kiriye. Rojnamevan Cansu Çamlibel dipirse aya helwêsta Emerîkayê ji bo ”prosesa aştiyê” ya li Tirkiyeyê çi ye û aya piştgiriya daxwaza kurdan ya ”xweseriya demokratîk” dike yan ne û Ricciardone dibêje:

— Em bêguman piştgiriya yekîtiya Tirkiyeyê û yekparçebûna axa wê dikin. Di heman demê de em piştgiriya wê yekê dikin ko kurd û grupên dî yên etnîkî û dînî jî daxil hemî kes bikarin bêyî ferqûcudahî wekî hemwelatiyên dereceyek bên hesibandin û xudanên maf û azadiyan bin. Her ji çi sebebî be jî em li dijî şideta terorê li tenişta hikûmeta Tirkiyeyê û hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Bêguman piştî xwînrijandina hewqas salan pêkanîna vîzyona ronak ya aştiyê pêwistî bi îrade û têgehiştineka mezin heye. Ji bo pêkanîna vê wezîfeya tarîxî em cesaretê didin hikûmeta Tirkiyeyê û rêberên kurd û piştgiriyê jî dikin. Di vê rêyê de em hêviya biserketinê ji wan re dikin.

Di heqê axaftineka telefonê ya di nêvbera serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û serokê Emerîkayê Barack Obama de ko Erdogan ji Obama xwestibû tedbîran li hemberî rêberê cemaeta Gulen de bigirin Francis Ricciardone dibêje:

— Daxuyaniya Qesra Spî di heqê wê axaftina telefonê de ko di 19-ê meha sibatê de çêbû pir zelal e. Heta paşê daxuyaniyeka ko nêveroka sohbetê aşkera bike jî hat belav kirin. Nuqteya me ya esasî ev e: Em rêzê ji Tirkiyeyê re digirin û qetiyen xwe tevlî karên we yên daxilî nakin. Bêguman em agahdarê vê meseleyê ne. Belê hikûmeta we mesele anî ber behsê. Em dê bi rêz û cidîbûn bersiva her daxwazeka qanûnî ya Tirkiyeyê bidin. Lê belê em xwe tevlî wê yekê jî nakin ko hemwelatiyên tirk yên ko li welatê me dijîn mafên xwe bi kar bînin.

Di heqê têkiliyên Emerîkayê digel hinek rêxistinên sivîl yên nêzîkî cemaeta Gulen de jî Francis Ricciardone dibêje li Tirkiyeyê têkiliyên wan digel hikûmetê, partiyên opozîsyonê û rêxistinên qanûnî yên sivîl hene û dibêje:

— Heger hon behsa gurupa Tuskonê ya karsazan û gurupa rewşenbîrî ya wekî Weqfa Rojnamevan û Nivîskaran bikin belê em digel wan rûdinin. Em van gurupan wekî gurupên qanûnî ko dixwazin têkiliyên digel Emerîkayê û emerîkiyan xurt bikin dibînin. Bo numûne Tuskon gurupeka wisa ye ko li gor helwêsta resmî ya hikûmeta Emerîkayê û Tirkiyeyê xebatê ji bo xurtkirina ticaretê û învestmentê dike.

Francis Ricciardone dibêje ew dixwazin ko Tirkiyeyê wekî demokrasiyeka di dereceya yekê de bibînin û lewra jî divêt Tirkiye îdiayên li ser gendeliyê bi rêya mehkemeyên bêteref yekalî bike û Twitter û Youtubeyê jî qedexe neke. Tirkiye şûna ko Twitter û Youtbeyê qedexe bike bila kesên tawanbar bigire û wan ceza bike.

Nefel
Top