Teyfûr: Siyaseta Malikî li hember kurd mîna siyaseta Sedam e
Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr, di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Iraqê li ser siyaseta cezakirin û qutkirina qûtê gelê Kurdistanê berdewam e û siyaseta ku niha hikûmeta Bexdayê li dijî kurdan dide meşandin mîna siyaseta Sedam Husên li dijî kurdan e.
Arif Teyfûr, anî ziman ku eşkere û vekirî ye k gelê kurd gellek êş û zilm ji destê rêjîm û hikûmetên Iraqê dîtiye û gellek xebat bo bidestanîna maf û azadî û rûmeta xwe encam daye û piştevaniya serxistina pêvajoya demokrasiyê li Iraqa federal kiriye.
Teyfûr, ku li ser pişka PDKê bûye cîgirê serokê parlamentoya Iraqê, matbûna xwe li hember siyaseta Iraqê ya niha anî ziman û got, mirov mat dimîne dema dibîne li Iraqê hinek dixwazin dîktatoriyê ava bikin, mixabin dema hikûmeta Iraqê qûtê gelê kurd qut dike Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê û aliyên din ên siyasî bêdeng dimînin û tiştekî nabêjin.
Li gorî Arif Teyfûr, kurd tenê daxwaza mafên xwe dikin û naxwazin ti kes ji dahata Iraqê bêpar bimîne.
Rûdaw
