Hevşaredarên Dêrsîmê yên nû dest bi kar kirin
Piştî ku di hilbijartinên 30yê Adarê de namzedê Partiya Aştî û Demokasiyê (BDP) Mehmet Alî Bûl bi ser ket, îro mazbataya xwe ya şaredariyê sitend. Di rêwresma wergirtina erkê rêveberiya şaredariyê de digel Mehmet Alî Bûl, Hevşaredar Nûrhayat Altûn û Alîkarê Hevşaredaran Huseyîn Tûnç jî amade bûn. Hevşaredaran û endamên Civata Şaredariyê, kevneşaredar Edîbe Şahîn û endamên berê yên Civata Şaredariyê bi gul û qurnefîlan oxir kirin.
BDP li hemû şaredariyên bi dest xistiye, bi awayekî defakto, pergala hevşaredariyê cîbicî dike. Di çarçoveya pakêta demokrasiyê de ji bo partiyên siyasî 'pergala hevseroktiyê' ket nav qanûnên Tirkiyê, lê 'pergala hevşaredariyê' hîn ne qanûnî ye.
Piştî ku hevşaredên nû li ber Şaredariya Dêrsîmê ji aliyê Edîbe Şahînê ve bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin, digel endamên nû û kevn ên Civata Şaredariyê derbasî jûra rêveberiyê bûn.
Li vir kevneşaredar û hevşaredaran ji çapemeniyê re daxuyandin.
Şahînê di destpêka axaftina xwe de got ku îro yek ji rojên girîng ên Dêrsîmê ye. Şahînê derbirî ku dê di serdema nû de rêveberî dê biryarên pir baş bistînin. Şahîn, di vî warî de wiha pê de çû: "Ji bo dahatûya Dêrsîmê, ji bo baweriya Dêrsîmê, ji bo ziman û nasnameya Dêrsîmê dê Hevşaredên me Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn biryarên pir baş werbigirin û karên pir baş cîbicî bikin."
Şahînê hilbijartina namzedê BDPê wekî xwedîderketina Dêrsîmê pênase kir û got: " Ya me ne destguhertin e, em vê yekê wekî dora nobedariyê dibînin. Digel hevşaredarên me yên nû ev dibe serdema sêyem BDP û Yekbûna Hêzên Şoreşger bajêr bi rê ve dibe. Me bi gelê xwe re bi awayekî hawîrdorparêz, rêlivekirina li ber jinan û bi awayekî demokratîk û beşdarîxwaz şaredarî bi rê ve bir."
Şahînê got ku ew vî erk û postî bi serbilindî radestî rêveberiya nû dike. Şahînê wiha domand: "Ez ji hevşaredarên me yên nû re serkeftinê dixwazim. Ez bawer dikim, kar û xebatan dê hîn zêdetir bi pêş bixin."
Hevşaredar Mehmet Alî Bûl jî ji bo cara sêyem partiya wan hilbijartiye, sipasî gelê Dêrsîmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo xebatên pênc salên borî, em sipasî rêzdar Edîbe Şahîn dikin û rêveberiya wê dikin. Bê ferq û cûdahî, em ê xizmet hemû niştecihên Dêrsîmê bikin."
Hevşaredara Dêrsîmê Nûrhayat Altûnê jî axaftina xwe bi sipasdariya Edîbe Şahînê dest pê kir û got: "Bi wire û arîşêniya Yekbûna Hêzan çêkiribû em gihêştin encamekê. Dêrsîmê reng û aliyê xwe bi zelalî raxist ber çavan. Divê ez diyar bikim ku di bidestxistina vê serkeftinê de rol û rista Şaredara me Edîbe Şahînê jî mezin e. Edîbe yek ji hevala min e ku ez pir jê hez dikim.
Berdewamkirina erk û postê wê tije kiribû, ji bo min serfirazî ye. Dê çavên wê li pey nemîne; ew karên ku dixwast di serdema xwe de pêk bîne û pê re negihandibû dê pêk bên."
Di dema xatirxwastina Şahînê de gelek kes hestiyar bûn û hinek xebatkarên şaredariyê giriyan û rondikên wan hûr hûr rijiyan.
Li gorî 'pergala hevşaredariyê' ya ku dê BDP di şaredariyên xwe de cîbicî bike, ji bo her hevşaredarek jûreke cûda li nav şaredariyê tê amadekirin. Rayeya herduyan jî wekî hev e û mûçeyê ku bi fermî tê girtin jî, dê yeksan li herdûyan bê parvekirin.
Rûdaw
