Berpirsekî DAIŞê yê mezin li Iraqê hat kuştin
Di beyannamekê de wezareta navxwe ya Êraqê aşkira kir ku Ebu Qasim Felucî yek ji serkirdeyên navdarê DAIŞ`ê ye û berpirsê dirustkirina teqînane li parêzgeha Enbarê ku ji aliyê hêzên wezareta navxwe ve hatiye kuştinê.
Ji aliyekî dine ve jî duh roja yekşemê nivîsingeha taybet ya serokwezîrê Êraq`ê Nûrî Malikî di beyannameyekê de ragihand ku, çekdarên Deweleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ) ku kesên Be`sî li pişt wan in, av li ser deverê naverast û Başûrê Îraq`ê birî.
Xendan
