Reşvan: AKP û BDPê serketî bûn, CHP û Gulen jî şikestin xwarin
Bi daxuyaniyekê li gel Xendanê de, rojnamevanê Kurd Robîn Reşvan, sedema serkeftina AKP li wê yekê vedigerîne û dibêje: "Erdogan bi ser ket jiber ku opozîsyoneke xurt li Tirkîyê tuneye. Tevî ku îdîayên dijî Erdogan pir xurt bûn û 4 wezîrên wî jiber dizî, bertîl û pere xwarinê ji karên xwe hatin dûr xistin, dîsa jî Erdogan di hilbijartinan de serketî derket."
Reşvan got: "Dengdêr ew tiştên qewimî, wek planeke anku lîstokeke dijî Erdogan qebûl kir û loma jî li pişt Erdogan sekînî. Gelê Tirkîyê bi giştî bawer nekir ku dizî û perexwarin çêbû jiber ku bawerîya wan bi muxalefetê (CHP) û Cemaata Gulen nayê. Yên ku zanin ku ew tiştana çêbûne jî got, “AKP çi qas xirab be jî ji CHPê û Gulen baştir e”.
Di berdewamiya axaftina xwe de Robîn Reşvan weha pêde çû: "Bi gotineke din, her çi qas hilbijartin serketina Erdogan be jî, di heman demê de têkçûna opozîsyonê ye"
Li ser rewşa opozisyona li Tirkiyê û serneketina wan Reşvan got: "Dema mirov qala muxalefetê bike, divê mirov bi Partîya Gel ya Komarî (CHP) bike. CHP nekanî ew qas foktorên xurt bikar bîne û ji xwe re bike deng. Ew jî qelsbûn û bê bandorbûna CHP nîşan dide."
Reşvan got: "Li aliyê dinê hindik partîyên mina CHP hene ku tevî ku li opozîsyonê ye, dîsa jî biçûktir dibe. Ev yek yekser bi sîyaseta CHPê û serokê wê Kemal Kiliçdaroglu ve girêdayî ye. CHP xwe nû nekir û hewil da ku bi sîyaseta klasîk derkeve hember AKP, lê îsbat bû ku dengdêrên Tirkîyê bi awayekî zelal pişgrirî da Erdogan û partîya wî."
Reşvan bal kişand ser wê yekê ku eger mirov Kilicdaroglu û Erdogan bide ber hev, dengdêr bê guman pişta Erdogan giritin.
Her weha sedemeke din a serkeftina Erdogan di hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê jî aşkira kir, Reşvan got: Eger li Tirkîyê muxalefeteke pêşverû û demokratîk hebûya û Kurdan anku BDPê jî hembez bikira, îhtîmeleke xurt bû ku di hilbijartinê de serketî bibûya. Lê, jiber ku CHPê xwe jî BDPê dûr xist û nêzîkî Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ew jî bû sebep ku AKPê vê serkeftinê qezenc bike.
Li ser pirsa gelo kê di hilbijartinan de bi binkeft û kî bi serket, Robîn Reşvan teqez kir û got: "Di hilbijartinan de AKP û BDPê serketî bûn. MHP li cîhê xwe sekînî û CHP û Gulen jî şikestina herî mezin xwar."
Robîn Reşvan, rojnamevanekî bakûrê Kurdistanê ye û di radyoya Dengê Emerîka li Waşintonê ya pişka Kurdî bêjere.
Xendan
