• Friday, 13 February 2026
logo

PYDê li Silêmaniyê karmendekî Rûdawê da girtin

PYDê li Silêmaniyê karmendekî Rûdawê da girtin
Rojnamevanê Kurd û karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê, Biradost Ezîzî, bi hêceta “xirakirina navê PYDê” bi fermana dadgehê li bajarê Silêmaniyê hat girtin.

Îro li bajarê Silêmaniyê, rûniştina doza rojnamevan û karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradot Ezîzî ku ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li dijî wî hatibû tomarkirin, hat lidarxistin.

Di dadgehê de ku Biradost jî amade bibû, dadwer fermana girtina wî da û ragihand, Biradost Ezîzî sala 2004an “bi qaçaxî” derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.

Nûnertiya PYDê li Silêmaniyê, bi hêceta ku Biradost di nivîsên xwe de êrişî ser PYD û serkirdeyên wê kiriye, li dijî wî doz vekiribû.

Bradost Ezîzî, di sala 2004 de, dema ku ew li zanîngeha Şamê xwendekarê beşê ragihandinê bû, di encama serhildana Qamişlo de, ew ligel komek hevalên xwe ji zanîngehê hatibûn avêtin.

Ezîzî dibêje ku ew û grûpek ji hevalên xwe yên xwendekar li ser vexwendineke sekreterê YNKê Celal Talebanî, hatibûn Silêmaniyê û li zankoya Silêmaniyê beşê ragihandinê xwendibûn.

Rûdaw
Top