• Friday, 13 February 2026
logo

6 Çekdarên DAIŞ di kemînek YPGê de li Kobanê hatin kuştin

6 Çekdarên DAIŞ di kemînek YPGê de li Kobanê hatin kuştin
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kantona Koban`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku, grûpeke terorîst yên girêdayî Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) dema ku hewl dan bi dizî bikevin gundê Kendal ya li Rojhelatê Kantona Koban`ê, lê di encam de ketin kemînek ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û 6 çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) hatin kuştin û hejmarek mezin jî birîndar bûne.

Di ragihandinê de herwiha hatiye ku şervanên YPG dest girtin bi ser birek ji çek û teqemeniyan:

– Çekek Qenas.

– Çekek Kilaşînkof.

- Dûrbînek şevê.

- Dûrbînek rojê.

– 5 Şarjûrên (Deraq) Kilaşînkofê.

– Birek mezin ji guleyan .

– 3 Bombe .

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel – Kantona Koban`ê

06.04.2014. Yekşem
Top