• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiye: Teqîna navçeya Reyhanliyê ji aliyê El Qaîdê ve hat kirin

Tirkiye: Teqîna navçeya Reyhanliyê ji aliyê El Qaîdê ve hat kirin
Nûnerê Tirkiyê di Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropa (REHE) Tacan Îldem, ragihand, teqîna par ya navçeya Reyhanli ya Hatayê ji aliyê El-Qaîdê ve hatiye kirin.

Piştgiriya ku Tirkiye dide rêxistina El Qaîde û rêxistinên wekî wê , çi yekser çi neyekser careke din îspat bû.

Li gor nûçeya malpera El-Monîtor, nûnerê Tirkiyê di rêxistina REHEyê de Tacan Îldem, di civîna rêxistinê de têkildarî teqîna meha Gulana par a navçeya Reyhanli ya Hatayê, ku bû sedema kuştina 52 kesan, daxuyanî da û ragihand, êrîşa Reyhanli ji aliyê El Qaîdê ve pêk hatiye.

Li gor nûçeya El Monîtorê; di civîna REHEyê de nûnerê Ermenistanê Arman Kîrakossîan, di êrîşa komên radîkal ên îslamî de li dijî ermeniyên gundê Keseb ê Sûriyê, yekser Tirkiye berpirsiyar dît.

Nûnerê Tirkiyê Tacan Îldem bersiv da îdiayên Kîrakossîan û got, "Êrîşên bi bombe yên bûn sedem ku 52 kes jiyana xwe ji dest bidin û 146 kes birîndar bibin, ji aliyê komên girêdayî El Qaîdê ve hatin kirin."

Tacan piştgiriya Tirkiyê ya li hember êrîşên li dijî ermeniyan li Keseb jî înkar kir.

Wek tê zanîn têkildarî êrîşa Reyhanli ku dihat gotin, ji aliyê El Qaîde ve hatiye kirin, Serokwezîr Erdogan, ji CHP'ê, heta çalakvanên Parka Gezî, ji rêxistinên çepgir heta Acîlcî, DHKP/C, rêxistina îstixbaratê ya Sûriye "Muxaberat" gelek kes sûcdar kiribûn.

Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler jî têkildarî El Qaîdê gotibû, ne vê rêxistinê ev êrîş pêk aniye.

Di 11'ê Gulana 2013'an de di teqîna li navçeya Reyhanli ya Hatayê de li gor agahiyên fermî 52 kesan jiyana xwe ji dest da û gellek kes jî birîndar bûn.

Rûdaw
Top