• Friday, 13 February 2026
logo

Li Wanê pevçûn û 3 BDP`yî birîndar bûn

Li Wanê pevçûn û 3 BDP`yî birîndar bûn
Bi mebesta piştgîrîkirina bajarê Agiriyê li dijî sextekariya ku di hilbijartinan de têne kirin û betalkirina hilbijartinên bajarê Agiriyê û Norçînê gelê bajarê Wanê a Bakûrê Kurdistanê meşek nerazîbûnê encamdan lê polîsên Tirk êrişî xwepêşanderan kir û 3 kes birîndar bûne.

Li gor nûçeyekî ajansa Firat newsê, rêxistina BDP'ê ya Wanê, bi boneya lîstikên li ser hilbijartinê ya Serêkaniyê, Norşîn û Agiriyê şermezar bike çalakî pêk anî. Çalakiyên ku polîsan mudaxel kir û 3 kes têde birîndar bûn, bi dawî bûn.

Li gor nûçeyê girseya gel ku di nav de Hevşaredarên Wanê (Hatice Çoban û Bekîr Kaya) jî hebûn, xwestin heta Kolana Beşyolê bimeşin. Lê girse li ser kolana Cumhuriyetê rastî astengiya polisan hatin û bûyer derketin. Di bûyerê de polîsan bombeyên gazê û ciwanan jî fîşekên hewayî avêtin.

Her weha di mudaxaleyê de rêveberê BDP'ê Îskender Kutluk, Hakan Delen û kesekî din birîndar bûn. Bûyer piştî demekê bi dawî bû.

Xendan
Top