Nav û dengên her 30 endamên ku ji bo serkidatiya PDK-S hatin hilbijartin
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, duh veqetandina dengên 643 endamên kongreya damezirandina PDK-S ku nêzîkî 30 saetan domand, bi dawî hatin û di encam de ji koma 191 namzedan 30 endam hatin hilbijartin.
Roja înê jî, 21 endamên encûmena serkirdatya PDK-S ku wek “kutleya damin” hatine binavkirin, hatin hilbijartin. Bi vê yekê jî her 51 endam diyarbûn û 10 endamên wan ên yedek jî hene.
Encamên hilbijartina 30 endaman wiha bûn:
Saîd Omer (el-Partî) 278 deng
Ebdilhekîm Beşar (el-Partî) 276 deng
Lezgîn Fexrî (el-Partî) 266 deng
Hoşeng Mistefa (el-Partî) 252 deng
Nafih Beyro (el-Partî) 228 deng
Besê Ebdê (el-Partî) 226 deng
Ferhad Şahîn (el-Partî) 219 deng
Mehmûd Erebû/Kawa Azîzî (Azadî-Mistefa Cuma) 217 deng
Diya Ciwan (el-Partî) 206 deng
Feysel Neiso (el-Partî) 198 deng
Serhan Hesen (el-Partî) 190 deng
Dilovan Mihemed (el-Partî) 189 deng
Heyam Ebdilrehman (el-Partî) 184 deng
Salih Cemîl (el-Partî) 182 deng
Ehmed Melek (el-Partî) 177 deng
Ebdiletîf (el-Partî) 173 deng
Perîxan (el-Partî) 170 deng
Hacî Kalo (el-Partî) 169 deng
Ebdilrehman Apo (Azadî-Mistefa Cuma) 169 deng
Mistefa Meimo (el-Partî) 163 deng
Nafih Ebdillah (el-Partî) 160 deng
Ebdilkerîm Mîranî (Azadî-Mistefa Oso) 155 deng
Ebdilrehman Ebtan (Azadî-Mistefa Cuma) 154 deng
Hesen Remzî (el-Partî) 153 deng
Luqman Oso (Azadî-Mistefa Oso) 151 deng
Mihemed Şêrîn (el-Partî) 151 deng
Hisên Elî Silêman (el-Partî) 146 deng
Ebdilrehman Qasim (Azadî-Mistefa Oso) 141 deng
Omer Koçerî (Azadî-Mistefa Oso) 141 deng
Nûrî Birîmo (el-Partî) 140 deng
Herwiha 10 kes wek endamên yedek ên encûmena serkirdatiya PDK-S hatin hilbijartn û ew jî:
Ebdî Remedan (el-Partî), Elî Îbahîm (el-Partî), Sebrî Resûl (el-Partî), Ebdilrehîm Saîd (Yekîtiya Kurdistanê), Mehabad Silêman (el-Partî), Şemdîn Nebî (Yekîtiya Kurdistanê), Fewaz Mehmûd (Azadî-Mistefa Cuma), Necah Efendî (Azadî-Mistefa Cuma), Merîm Şêxo (el-Partî) û Eliya Remo (el-Partî).
Li gor van encaman û encamên kutleya damin, 31 endamên el-Partî, 9 endamên Partiya Azadî ya Mistefa Oso, 8 endamên baskê din ê Azadî û 3 endamên Partiya Yekîtiya Kudistanê bûn endamên serkirdatiya PDK-S, lê ji koma her 51 endaman bi tenê 3 kes ji herêma Efrînê ya Rjavayê Kurdistanê ne.
Biryar e di 2 rojên bê de her 51 endamên serkirdatiya PDK-S li bajarê Hewlêrê bicivin û di destpêkê de sekreterekî û 17 endaman ji bo polîtbîroyê hilbijêrin.
Li gor ku endamên kongreyê ji Rûdawê re gotine, piraniya endaman israr dikin ku divê sekreterê PDK-S li Rojavayê Kurdistanê bimîne, lê belê heta niha nediyar e bê ev merc dê were bicîkirin an jî dê wek sekreterên her çar partiyên ku bûne yek bin ku hinek li Başûrê Kudistanê û hinek jî li Ewropayê dijîn.
Rûdaw
