Li Qamişlo alîgirên Esed xwepêşandanek li dar xistin
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro sibehê bi sedan alîgirên Esed li ber baregeha Partiya Baes a desthilatadar li wî welat, li nêzîk navenda kultûrî ya bajarê Qamişlo kom bûn. Xwepêşanderan wêneyên Esed û druşmên ku piştgiriya Esed û Partiya Baes dikin, bilind kirin.
Xwepêşandana îro bi boneya 67emîn salvegera damezirandina Partiya Baes li Sûriyê y ku di 7ê nîsana sala 1947an de hatiye damezirandin.
Peyamnêrê Rûdawê got “Xwepêşandan ku gelek xwendekar û fermanber jî tê de beşadar bûn, di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de birêveçû”.
Herwiha xwepêşandan di bin parastina hêzên ewlekariya rejîmê, çekdarên Ereb ên Mihemed el-Faris û ketîbeyên Baes de li çargoşeya ewlekariyê li bajarê Qamişlo lidarxistn.
Di nava mehekê de ev cara çarem e ku alîgirên Beşar Esed xwepêşandanan li bajarê Qamişlo li dar dixin.
Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha di bin kontrla hêzên ewlekariyê de ne, lê taxên Kurdan li wir di bin kontrola YPGê de ne û herwiha taxa Tey ya Ereban di bin kontrola çekdarên Mihemed el-Faris ên alîgirên rejîmê de ye.
Rûdaw
