• Friday, 13 February 2026
logo

Navên endamên serkirdatiya PDK-S hatin eşkerekirin

Navên endamên serkirdatiya PDK-S hatin eşkerekirin
Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî li bajarê Hewlêrê berdewam e lê navên piraniya endamên desteya serkirdatiya “Partiya Demokarat a Kurdistanê-Sûriyê” (PDK-S) hatin aşkerekirin.

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, ku li pêş hola lidarxistina kongreyê ye, ragihand ku ji duh demjimêr 11ê êvarî û heta niha proseya veqetandin û hejmartina dengan di hola kongreyê de berdewame, ji bo hilbijartina endamên desteya serkirdatiya vê partiya nû.

Li gor zaniyariyên ku peymanêra Rûdawê bidest xistine, heta niha navên 15 kesan hatine piştrsatkirin ku di hilbijartinên serkirdatiyê de biser ketine ew jî ev in:

Ebdulhekîm Beşar, Seîd Omer, Diya Ciwan, Besê Ebdî Osman, Hiyam Ebdulrehman, Kawa Ezîzî, Serhan Hesen, Hoşeng Mistefa, Lezgîn Fexrî, Mihemed Şêrîn, Mîdiya Osman, Salih Cemîl, Dilovan Mihemed Yûsif, Ebdulletîf Silêman û Nafie Biro, lê heta niha navên 15 kesên din mane ku hê nehatine aşkerekirin.

Herwiha duh jî, her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, bi awayekî cuda, endamên xwe ji “Kutle Damîne” di serkirdatiya partiya nû de hilbijartin ku hejmara wan 21 kes bûn:

el-Partî her yek ji Siûd el-Mela, Kamîran Haco, Mihemed Îsmaîl, Ebdilkerîm bavê Luqman, Mihemed Emîn Ebas (Bav Mizgîn), Ebdilkerîm (Bavê Pîşo), Elî Îbrahîm û Mihemed Saîd el-Wadî.

Ji Partiya Aazadî, Mistefa Oso ku sekreter bû, Mihsin Tahir, Mihemed Seidûn, Mislim Mihemed û Mihemed Elî Silêman.

Ji baskê din ê Partiya Azadî, Mistefa Cuma ku serkreter bû, Beşar Emîn, Elî Mislim, Şahîn el-Ehmed û Hisên Îbiş.

Ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê, Ebdilbasit Hemo, Neşat Zaza û Dara Mistefa.

Rûdaw
Top