Çîroka malbatek penaber ya Kurdên Rojava li kolanên Stenbolê
Li bajarê Stenbolê hezaran penaberên Sûrî hîn jî jiber ku nikarin xanî kirê bikin, bi malbatî li kuçeyan dimînin.
Malbeteke Kurd, piştî wêranbûna xanîyên wan li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, tevî zarokan bar kirîye hatîye Stenbolê ku ev bêhtirî mehekê li kuçeyên Stenbolê dimîne.
Endamên malbatê li nav erdê înşaatekê kon vedane ku di şertên pir giran de dijîn.
Ew niha tenê bi alîkarîya derdorê debara xwe dikin û jiber kirêya zêde ya xanîyan nikarin ji xwe re malekê bigirin.
Seydo Elî, yek ji wan Kurdan e ku ligel malbata xwe li Stenbolê ye. Elî spasîya Kurdên Stenbolê dike ku alîkarîya wan dikin.
Dengê Emerîka serdana malbata Seydo Elî kir û li ser penaberbûna wan agahîyan taybet dane.
Hevjîna Seydo (diya Elî) jî bibîr dixe, malbata wan li Şêx Meqsûdê bi saya şervanên Kurd ji mirinê rizgar bûye ku wan hiştine bi qaçaxî ji wir derkevin.
Diya Elî, dîyar dike ku ew li kuçeyan birçî jî bimînin hêvîya wan pêşî serkeftina şervanên Kurd e li Sûrîyê.
Ew dibêje, “her çiqas dilê me dixwaze em vegerin jî jiber bihabûnê û nebûna nasan em nikarin herin herêma Kurdî ya Sûrîyê.”
Mezinên vê malbata ku tevî 10 endamên malê li derve dimîne, parsekîyê nakin û li ser sergoyan kaxizan berhev dikin da ku pere qezenc bikin jibo bikaribin xanîyekî kirê bikin.
Li gor jimarên Neteweyên Yekbûyî (UN), Tirkîye piştî Lubnanê bi dora 700 hezar penaberên Sûrî di rêza duyê de ye.
VOA
