Barzanî ji derengketina pêkanîna hikûmetê nerazî ye
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li devera Pîrmamê a Selahedînê pêşwaziya sekreterê giştî yê yektiya cîhanî ya zanayên musilman Elî Qeredaxî kir.
Li gorî nûçeyê, Barzanî di hevdîtinê de behsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û nerazîbûna xwe li hember derengketina vê yekê aniye ziman û wiha gotiye: “Lê madem hemû aliyek beşdar dibin û emê hemû bi hev re bin wê demê encameke pir baş dê bi xwe re bîne.”
Di civînê de Barzanî û Qeredaxî li ser hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê jî gotûbêj kirine. Barzanî, li ser hilbijartinên Tirkiyê wiha gotiye: “Li Tirkiyê derfetek baş ji gelê kurd re çêbûye, ev jî mîna dîrokek nû ye.”
Hat gotin, Elî Qeredaxî li bara yekrêziya aliyên kurdî diyar kiriye ku parastina Herêma Kurdistanê tenê erka hikûmetê nîne ji ber wê jî divê hemû aliyek hevkariya hev bikin bo parastin û geşekirina Kurdistanê.
Di mijareke din a civîna Barzanî û Qeredaxî de li ser arîşeyên jêrxana aborî ya Kurdistanê û encamên kongreya geşedanê ya Silêmaniyê hatiye kirin.
Rûdaw
