• Friday, 13 February 2026
logo

Hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê li Stenbolê dicive

Hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê li Stenbolê dicive
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê dê îro dest bi civînên xwe li bajarê Stenbolê bike û çendîn mijarên girîng guftûgo bike.

Tê çaverêkirin ku di civînan de, ku wê 3 rojan bidomin, desteya siyasî ya nû bê hilbijartin û her sê wezîrên tenduristiyê, xwendina bilind û navxwe di hikûmeta demkî de bên destnîşankirin.

Li gorî çavkaniyên hevpeymaniyê, wê nûtirîn pêşhateyên siyasî û leşkerî, bi taybetî nirxandina beşdarbûna opozîsyonê di gera 3yem a danûstandinên Cenêvê de û şerê eniya kenara deryaya Spî bên gengeşekirin.

Desteya siyasî ya hevpeymaniya opozîsyonê ji 19 endaman pêk tê ku ji wan du endam, Ebdulhekîm Beşar û Ebdulbasit Seyda, Kurd in.

Biryara hevpeymaniyê bi beşdarbûna di kongreya Cenêvê de bûbû cihê nakokî û cudahiyan di nava pêkhateyên hevpeymaniyê de, lê piştî dawîhatina kongreyê, çendîn endamên vekişayî car din vegeriyan nav rêzên hevpeymaniyê.

Rûdaw
Top