• Friday, 13 February 2026
logo

Qeyrana hilbijartinê li Agirî

Qeyrana hilbijartinê li Agirî
Di encama hilbijartinên herêmî li Tirkiyê de, li bajarê Agirî li Bakurê Kurdistanê û li gor daxuyaniya saziya desteya bilind a hilbijartinê li Tirkiyê, Partriya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û namzedê wê Sirî Sakik bi deh dengan ket pêşiya namzedê AKPê Hasan Arslan û şaredariya bajarê Agirî bi dest xwe xist.

Partiya BDPê 20 hezar û 600 deng anî û AKPê 20 hezar û 590 deng anî û ew tê wateya ku BDPê biserket, lê AKPê biryara desteya bilind a hilbijartinê red kir û xwest ji nûve sindoqên hilbijartinê bên vekirin û deng bên hejmartin.

Li gor medya Tirkiyê û malperên ser bi BDPê ve, roja înê 4 nîsanê cara 14mîn hejmartina dengan destpêkir û bi amadebûna serokê desteya bilind a hilbijartinê li Agirî Mehmet Selîm Karakuzu û nûnerên her du partiyan, hejmartin destpêkir û heta niha jî neqediyaye.

Li gor agahiyan, hêzên ewlekariyê û polîsan hemû rêyên diçin saraya dadê girtine û çûn û hatin qedexe kirine û polîsên ku ji Stenbol, Enqere û Erziromê hatine di hotelên nêzîkî avahiya dadê hatine bi cî kirin.

Li gor daxuyaniya rêveberê ewlekariya Agirî Bayram Cuşkun, dibe ku hejimartina dengan heftiyekê bidome.

Ev îtîrazkirina AKPê li ser encamên hilbijartinê û ji nû ve hejmartina dengan hêşt ku alîgirên BDPê dakevin kolanan û li gelek deveran li bajar rastî destêwerdana polîsan hatin û li bajaroka Beyazîda ser bi Agirî çalakiya dikan girtinê rû da û ji bilî firneyan hemû dikan ne hatin vekirin.

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ji raya giştî re ragihand ku hikûmeta AKPê bi vî awayekî bi agir dilîze.

Namzedê serokatiya şaredariya Agirî yê BDPeyî Sirri Sakik di rêya hesabê xwe yê Twitterê re got “Di sindoqa ewil de ku hetî vekirin de 5 dengên BDPê zêde derket, niha bajar di bin dorpêça polîsan de ye”.

Cîgirê rêveberê karûbarên hilbijartinê yê AKPê Mustafa Şantop ji çapemeniyê re ragihand ku “ew axaftina ku 15 caran deng li Agirî hatiye hejmartin dûrî rastiyê ye, ji ber ku di nav heftiyekê de ne mumkîne ku komîteya li wir kar dike karibe 15 caran dengên 196 sindoqan bijmêre, eger her carê rojek li ber xwe bide wê demê pêwîstî bi 15 rojan heye, wê demê wê ew li dijî pêvajoya hiqoqiya hilbijartinê be”.

Rûdaw
Top