• Friday, 13 February 2026
logo

Navên 21 endamên serkirdatiya PDK-S bizane

Navên 21 endamên serkirdatiya PDK-S bizane
Kongreya yekgirtina her çar partiyên Yekîtiya Siyasî li bajarê Hewlêrê berdewam e û her çar partiyan sekirdeyên xwe ku bi navê “kutleya damin” hatine binavkirin, ji bo serkirdatiya partiya nû hilbijartin.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji endamên kongreyê wergirtine, duh endamên her çar Patiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê ku xwe di kongreyê de hilweşandin, 21 endamên xwe ji bo serkirdatiya Partiya nû ku navê wê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ye, hilbijartin.

Di hilbijarinan de ji nav el-Partî her yek ji Siûd el-Mela, Kamîran Haco, Mihemed Îsmaîl, Ebdilkerîm bavê Luqman, Mihemed Emîn Ebas (Bav Mizgîn), Ebdilkerîm (Bavê Pîşo), Elî Îbrahîm û Mihemed Saîd el-Wadî.

Ji Partiya Aazadî, Mistefa Oso ku sekreter bû, Mihsin Tahir, Mihemed Seidûn, Mislim Mihemed û Mihemed Elî Silêman.

Ji baskê din ê Partiya Azadî, Mistefa Cuma ku serkreter bû, Beşar Emîn, Elî Mislim, Şahîn el-Ehmed û Hisên Îbiş.

Ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê, Ebdilbasit Hemo, Neşat Zaza û Dara Mistefa.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, ji duh de endamên kongre di nav hola Seid Edbullah de ne û şeva xwe li wir derbas kirin.

Îro serê sibehê jî hilbijatina her 30 endamên din ên serkiratiya PDK-S bi beşdariya endamên her çar partiyan destpêkir û niha deng tên veqetandin.

Rûdaw
Top