• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî: Me alîkariya leşkerî nedaye Rojavayê Kurdistanê

Barzanî: Me alîkariya leşkerî nedaye Rojavayê Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew dê alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin, lê got ku Herêma Kurdistanê ti alîkariya leşkerî pêşkêş nekiriye.

Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya el-Heyat a erebî de behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kir û derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ku Herêma Kurdistanê ti alîkariyeke leşkerî nedaye Rojavayê Kurdistanê.

Barzanî diyar kir ku wî ji rêxistin û kesatiyên Rojavayê Kurdistanê re pêşnyar kiribû ku bi hev re kar bikin û Desteya Bilind a Kurd hat avakirin, lê niha nakokî di navbera wan de hene.

Barzanî aşkere kir ku wî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re gotiye ku tevlî şer nebin “ji ber ku eger tevlî şer bibin wê hinek grûp li dijî wan tûj bibin û şer bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê tekîd kir ku wan ti alîkariyeke leşkerî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê nekiriye û bi tenê alîkariyê mirovî pêşkêşî wan kirine û dê ew alîkarî berdewam bibin.

Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistan bi Îran û Tirkiyê re, Barzanî diyar kir ku têkilî pêşdikevin û her du welat ti guvaşê li ser Herêma Kurdistanê nakin.

Barzanî got “Eger guvaş jî hebin em qebûl nakin, Herêma Kurdistanê wîsayeta ti welatekî qebûl nake, heta ji Amerîka jî be, gelê Kurd ev hemû qurbanî nedane ji bo ku car din di bin baskekî de bijî”.

Li aliyê din serokê Herêma Kurdistanê behsa hilbijartinên herêmî li Tirkiyê kir û pîrozbahî li serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKPê Receb Teyib Erdogan kir ku di hilbijartinan de serkeft.

Barzanî got “Gelê Tirkiyê car din bawerî da Erdogan û ew hêjayî wê ye. Ji bo em ji encamên hilbijartinê têbgihin divê em li aboriya Tirkiyê binêrin bê berî hatina Erdogan çawa bû”.
Top