191 endaman ji bo 30 kursiyên serkirdatiya PDK-S xwe kandîd kirine
Li gor zanyariyên ku peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ji endamên kongreyê bi dest xisitine, ji bo 30 endamên serkidatiyê 191 endaman xwe kandîd kiriye û bi tenê ji nav endamên el-Partî ku di kongreyê de zêdetirî 360 endamên wê hene, zêdetirî 80 endaman xwe kandîd kiriye.
Endamên kongreyê diyar kirin ku porseya hilbijartinê bi dawî hatiye û wê saet 4ê piştî nîvro encamên hilbijartinê bên aşkerekirin.
Her li gor zanyariyên Rûdawê, di nava kesên ku xwe ji bo serkirdatiya partiya nû kandîd kirine, sekreterê el-Partî Ebdilhekîm Beşar heye ku wî di nav para partiya xwe ya “kutleya damin” de xwe kandîd nekiribû.
Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê ku di destpêka kongreyê de xwe hilweşandin, divê 4 jin di nava her 30 endamên serkirdatiyê de ku ji aliyê hemû endamên kongreyê ve hatine hilbijartin, hebin.
Piştî bidawîhatina kongreyê, wê her 51 endamên serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li bajarê Hewlêrê bimînin û di civîna xwe ya yekem de sekreterekî û herwiha 17 endaman ji bo Polîtbîroyê hilbijêrin.
Di roja duyem a kongreyê de nakokiyên tund li ser pirsa mana sekreterê li Rojavayê Kurdistanê derketin ku li gor endamên kongreyê ji Rûdawê re gotine, 90% ji endaman tekîd dikin ku divê sekreter li Rojava bimîne, lê belê sekreterên her çar partiyên ku xwe hilweşandin ku li Başûrê Kurdistan yan jî li Ewropayê dimînin hewl didin, li dijî wî mercî ne.
Rûdaw
