• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Emê bi eşkere çarenûsa xwe diyar bikin nek bi dizî

Serokwezîr Barzanî: Emê bi eşkere çarenûsa xwe diyar bikin nek bi dizî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku her gava ku kurd gihîşt wê baweriyê ku çarenûsa xwe diyar bike vê yekê vi dizî naked ê bi eşkere bike û got, êdî wê çaxê Bexda dibe cînarê me.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeynekê de digel televîzyona erebî ya bi navê Asya, li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha nakokiyên navbera her du aliyan daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî, rexne li gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî yên derbarê vekirina tola rojnamevanê iraqî Mihemed Bidêwî gotibû, kir û got, mixabin Malikî ku serokwezîrê Iraqê ye peyva “xwîn li hember xwînê” bikar tîne û wiha axivî: “Em naxwazin Iraq nû wiha be, em dixwazin qanûn li ser hemû tiştekî re be.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ev gotinên Malikî zêdetir mîna serokeşîran e heta serokwezîrê Iraqê çimkî gotinên wî dibin sedema aloztirbûna rewşa welêt.

Nêçîrvan Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, di mijara mafê çarenûsê de çi pêwîst be kurd dê bike û kînga kurd gihîşt wê baweriyê ku divê çarenûsa xwe diyar bike wê çaxê dê bi eşkere vê yekê bike nek bi dizî û wê demê Bexda dê bibe cînarê me.

Rudaw

Top