• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya nûnerên beşdarbûyên Konferansa Zanîngeha Selahedînê kir

Serok Barzanî pêşwaziya nûnerên beşdarbûyên Konferansa Zanîngeha Selahedînê kir
Doh roja pênçşem 03.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda nûnerên beşdarbûyên Konferansa Zanîngeha Selahedîn kir ku ji nûnerên Ezher û Dêra(Kinîse) Katolîk û hejmarek ji kesayetiyên olî û akademiyên cîhanî û Erebî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û bi kurtî kar û çalakiyên konferansê bi Serok Barzanî re ragihandin ku taybet bû ji bo lêborînî û pêkvejiyana olî û pêkhatên cûda cûda û dijayetîkirina tundutîjiyê. Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan sersûrmaniya xwe bi ezmûna Herêma Kurdistanê yên li warê pêkvejiyana rasteqîneya pêkhat û netewe û oliyên Kurdistanê de nîşanda.

Li beranberda Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û ragihand ku guherîna dîtin û nêrînê di navbera gelan babetekî gelek erênî ye û me pêwîstî bi hevdû heye û divê li hevdû têgihiştina li navbera gelan da hebê. Her wiha Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka pêkvejiyan û lêborîniya gelê Kurd ya li gel netewe û pêkhatên dinê Iraqê xisterû û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurd li xebata xwe da destê xwe ji bo tolhildan û înkarkirina beranberê xwe nebiriye û hewl daye herdem rûpeleke nû li gel netewe û pêkhatên din destpê bike û eve jî li piştî raperîna 1991 û piştî rûxana rejîm ya li sala 2003 bi kirdarî selmand.

Axaftina li ser pêvajoya xeraba siyasî û emniya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.


Top