• Friday, 13 February 2026
logo

Propagendeya şevane ya hilbijartinan qedexeye.

Propagendeya şevane ya hilbijartinan qedexeye.


Komîsyona serbixwe ya hilbijartinan propagende kirin bo hilbijartinan bi şev qedexe kir.

Di vê derbarê de berpirsê komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ya Hewlêrê Hindirîn Muhemed ragehand ku di civîneke hebveş ya komîsyona û komîteya Parêzgeha Hewlêrê de planeke ewlekarî bo pêvajoya propagendeya hilbijartinan hatiye amadekirin.

Muhemed herwiha eşkere kir ku bi biryara komîsyonê piştî seat 9ê şevê her cure propagendeyek qedexeye û ti part û aliyek nikarin piştî seat 9ê şevê propagende bikin.

Çavkanî tekez li ser vê yekê jî kir ku bikar anîna deverên giştî bo propagendeya hilbijartinan jî qedexeye
Top