• Friday, 13 February 2026
logo

Îmad Ehmed digel desteya giştiya hilbijartinan civiya

Îmad Ehmed digel desteya giştiya hilbijartinan civiya
Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, di civînekê de digel desteya hilbijatina li herêma Kurdistanê a ser bi komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan li Îraqê, got ku, ji bona zêdetir çespandina demokrasiyê û misogerkirina tev mafên destûrî û zêdetir geşepêdana herêma Kurdistanê di hemû waran de, herêma Kurdistanê bi çavekî giring li hilbijartinên 30ê vê mehê dinêre. Ehemd tekîd li ser amadekirina aqarekî xweş ji bo hilbijartinên azad û paqij ku, hemû kesên mafên denganê hebe bikaribên bi azadî û bê astengî dengê xwe bidin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî bê alîgirî dê digel komisyona balaya serbixweya hilbijartinan piştevan û hevkar be. Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji hemû alî û qewareyên siyasî kir ku, di atmosferekî aram û dûr ji şidetê kampaniyaya hilbijartinan bikin.

Di civîn de ku, îro li avahiya civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, rêvebirên desteya hilbijartinan behsa amadekariyên dengdanê kir û diyar kir ku, li herêma Kurdistanê du hilbijartina hene; hilbijartina parlamentoya Îraqê û hilbijartina civatên wîlayetên herêma Kurdistanê. Desteya hilbijartinan ew yek jî tekîd kir ku, ji bo pirosesa dengdanê ku hemû hevwelatî bi hêsanî dengê xwe bidin, aqarekî xweş hatiye amade kirin.

Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, herêma Kurdistanê dixwaze ev hilbijartin li tevaya Îraqê bibin sedemê çaspandina pirensîpên demokrasiyê, xweşjiyaniyê û çareserkirina pirsên siyasî û emnî û amdekirina aqarekî xweş ku, hemû pêkhatên îraqî di biyaran de û îdarekirina welêt de beşdar bin.


Top