Çar partiyên Rojavayê Kurdistanê dibin yek
Çar partiyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê kongreyeke hevbeş li dar xistin.
Duh li Hewlêrê 43 endamên 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê kongreyeke hevbeş li dar xistin.
Armanc ji vê kongreya han damezrandina partiyeke hevbeş ji wan çar parityan e.
Ev 4 partiyên ku hewl didin bibin yek û partiyeke yekgirtî dabimezrinên ewin: partiya demokrata Kurd li Sûriyayê, her du aliyên partiya azadî, partiya yekîtiya demokratî ya Sûriyayê.
Ew kongre jiber çend pirsgirêkan çend saet paş ket û biryare sibê bi rêya dengdanê sikirtirê giştî yê partiya nû were hilbijartin.
