• Friday, 13 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî PDK bi fermî dest bi propagendeya hilbijartinan kir

Bi amadebûna Serok Barzanî PDK bi fermî dest bi propagendeya hilbijartinan kir


Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî PDK bi fermî dest bi kempîna propagendeyê bo hilbijartinên Parlementoya Îraqê kir.

Duh li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Barzanî partiya demokrata Kurdistanê bi fermî kempîna xwe ya propagendeyê bo hilbijartinên Parlementoya Îraq û civata Parêzgehên Kurdistanê dest pê kir.

Di destpêka merasimê de piştî xwendina sirûda netewî ya Ey reqîb, Serokê Barzanî peyvek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de bi awayekî kurt behsa rewşa Kurdistanê kir û balkêşande ser dîroka xebat û têkoşîna partiya demokrata Kurdistanê.

Serok Barzanî eşkere kir ku di bin siya xebat û qurbanî danên partiya demokrata Kurdistanê û gelê Kurd de Kurd gehêştiye qonaxeke gelek girîng û hêdî hêdî hînê demokrasî û çanda demokrasî dibe.

Serok Barzanî eşkere kir ku ne eyibe em bibêjin em hêdî hêdî hîn demokrasî dibin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexda û herwiha kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de kir û got: Me gelek hewl da daku Îraqeke fedral û demokratîk hebe û desthilateke yasayî û demokratîk li Îraqê de hebe lê minxabin aliyên beramber bi şaştî ji helwesta me tê gehêtşin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku niha desthilata Bexdayê siyaseteke şaş li hember Kurdistanê dimeşîne û hewl dide Kurdistan weke paşkoya Bexdayê bibîne û em jî piştî vê qurbanî dana han bi ti awayî vê yekê qebûl nakin ku ti kes û aliyek weke paşko li Kurdistanê binêre.

Serok Barzanî behsa neşandina bûdceya karmendên Kurdistanê û herwiha birîna dahata jiyana xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve kir û got: Ev helwesta han helwesteke gelek şaşe em bi ti awayî ew helwesta han qebûl nakin.
Top