• Friday, 13 February 2026
logo

Partiyên Îslamî di seyranê de jî cuda ne

Partiyên Îslamî di seyranê de jî cuda ne
Partiyên Îslamî derbarê çûna ger û seyranê de ya mêr û jinan bihev re bi awayekî cuda difikirin, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje: ’’Tenê li pişt deriyekî daxistî de çênabe du kesên nemehrem bi hevre bin, lê li cîhên giştî û xwendingehan de têkilî normal e’’, lê Tevgera Îslamî û Komela Îslamî wek hev difikirin û dibêjin ne maqûl e.

Di nav wêneyên ku endam û serokên partiyên Îslamî di torên civakî de diweşînin, dema ger û seyranê di nav cemaeta Komel û Tevgera Îslamî de tenê zilam tên dîtin, wek ku derketin û çûna jinan bo seyranên wiha bi biryara partiyan hatibe qedexe kirin, lê di wêneyên gera Yekgirtûya Îslamî de têkilîya jin û zilaman zêdetire û mafê jin û keçan jî heye ligel hevser û hevalên xwe biçin seyranê.

Tevî ku cil û bergên jinên Yekgirtû û Komel û Tevgera Îslamî wek hev in, lê di ware çûna derve û ger û seyranê de ji yên Yekgirtû azadtirin, tevî wê jî beşek ji kadroyên Îslamî di wê baweriyê de ne ku di awayê hîcab û cil û bergan de cudatî di navbera wan de heye, cil û bergên jinên Yekgirtû teng in, lê jinên Komel û Tevgera Îslamî zêdetir cil û bergên fire û şep û şur li xwe dikin û bi zilamên Komel û Tevgera İslamî re naçine ger û seyranê, ger biçin jî li dora hev nacivin.

Di vê derbarê de Parlamentar û Endamê Polîtburoya Komela Îslamî Şiwan Qeladizeyî ji BasNewsê re got: ‘‘Her dem gera li cihên xweş û seyrangehannormal e, lê bi mercekî ku têkilî tê de nebe, ji ber ku têkiliya jin û mêran bi her navekî ne cayîz e. Dibe ku misilman bi malbatên xwe re biçin ger û seyrangehan, lê baştire ji hev cuda bin û têkilî çênebe. Heta niha çênebûye ku em weke Tevgera Îslamî bi jinan re çûbin seyranê.’’

Lê endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî Ebûbekir Elî Karwanî bi awayekî din difikire û ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Di ola Îslamê de tenê rêgirî li jin û mêrên nemehrem li pişt deriyekî daxistî hatiye kirin. Tu pirsgirêkeke olî di çûna jin û mêran bi hev re bo ger û seyranê de tune ye û jiyan wê yekê dixwaze. Herwiha jin û mêr di gelek beşên civakê de wek kargeh, şirket, xwendingehan de bi hev re ne û jiyana serdem û medeniyet wiha ye.’‘

Karwanî wiha pêde çû: ‘’Ya girîng ew e ku em jin û mêran wiha perwerde bikin bi awayekî azad kesayetiya xwe nas bikin, ji ber ku cudakirina jin û mêran di ferhenga Îslama rastîn û serdema niha de çênabe.’’

Lê Qeladizeyî jî dibêje ku ji bo dirûşm û sloganên Îslamî divê kesayetî ji hev cuda bin û ferqek di navbera wan û xelkê asayî de hebe: ‘‘Hinek sinet hene ku pêwist e di ruxsarê wan de derbikevin, lê hinek kesayetiyên olî hene dema di kanalên ragehandinê de diaxifin ev pirs bo me çêdibe ka gelo ew kes xwedî çi hizreke ilmanî ne? Gotarên wan kesan bi awayekî ne ku ger wan nas nekî nizanî ku xwediyê fikra Îslamî ne.’‘

Li aliyê din Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm ji BasNewsê re red kir ku ew di seyranan de tenê weke zilaman derkevin û got: ’’Em car car tevî jin û zilaman jî derdikevîn seyrangehan, lê seyrana têkel cayîz nabînin, ji ber wê jî di otobus û seyrangehan de têkilî hev nabin û gelek caran seyran malbatî ne û evna jî tiştekî normal e.’’

Basnews
Top