• Friday, 13 February 2026
logo

Aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê lihev kirin

Aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê lihev kirin
Çavkaniyeke cihê baweriyê ji BasNewsê re eşkere kir ku hemû aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê lihev kirine lê tenê hinek pirsên normal mane û ew jî tên çareser kirin.

Heman çavkaniyê got: ‘’Berî hilbijartinê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê tê ragehandin, ku niha di qonaxa dawî de ye.’‘ Zêdeyî 6 meh dibe heta niha aliyên siyasî yên Kurdistanê nikarîne kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin û ew çavkaniya cihê baweriyê jî dibêje: ’‘Hikûmeta ku dê were ragehandin koalîsyon û bi beşdariya hemû aliyan dibe.’‘

Derbarê heman mijarê de Mamostayê Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Rêbwar Kerîm jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Hevwelatî bi pêkanîna hikûmeteke koalîsyon zerarmend dibin, lê ji bo qonaxa niha ya Herêma Kurdistanê hikûmeteke wiha baştir e ji ya piranî, jiber egera wê yekê heye di hikûmeta piranî de ew aliyên ku li derveyê hikûmetê dimînin raya giştî bixin tevgerê û pirsgirêkan ji hikûmetê re çêbikin, evna jî zêdetir zerarê dighîne hevwelatiyên Herêma Kurdistanê.’‘

Kerîm axaftina xwe wiha qedand: ‘’Eger heye ku berî hilbijartinê hikûmet neyê ragehandin û aliyên siyasî berê xwe bidin hikûmeta piranî, ji ber ev rewşa niha eger her wiha bimîne û aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê lihev nekin û alî li ser postên hikûmetê negihin rêkeftinê, wê demê rêkeftina çend aliyan bo pêkanîna hikûmetê asantir e û dibe di demeke kurt de were pêkanîn.’‘

Basnews
Top